Bertekên li hember şerê Ermenistan-Azerbaycanê li Tirkiyê
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê xwe yê fermî li Twitterê ragihand: “Ermenistanê bi wê êrîşa nû ya biriye ser Azerbaycanê, careke din pêşan daye ku gefa herî mezin e bo ser aştî û aramiya navçeyê. Milletê Tirk wek her car, îro jî bi hemû şiyana xwe piştîvaniyê li birayên Azerî dike.”
Li Tirkiyê ji xeynî HDPê hemû partiyên din ku li parlamentoyê fraksyonên wan hene, piştgiriya helwêsta hikûmeta AK Partiyê dikin.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku partiya herî mezin a opozisyonê ye li parlamentoya wî welatî, di twittekê de nivîsiye: “Em wê êrîşê şermezar dikin ku yekalî ji aliyê Ermenîstanê ve bi binpêkirina agirbestê hatiye kirin û bûye sedema kuştina sivîlan. Em sersaxiyê ji gelê Azerbaycanê re dixwazin ji ber şehîdbûna birayên me yên Azerî û hêviya silametiyê bo birîndaran dixwazin.”
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPê Garo Paylan ku parlamenterê HDPê yê Amedê ye û bi regez Ermenî ye, rexneyan li helwêsta hikûmetê digre û di twittekê de nivîsiye: “Li Karabaxê di navbera hêzên Ermen û Azeriyan de şer û pevçûneke mezin di rojevê de ye. Welatê me divê careke din benzînê nerjîne ser wî agirî. Di vî şerî de kes bi ser nakeve, yên zerarê dibînin gelên Ermen û Azerî ne. Bila em bo destpêkirina agirbestê berpirsyariyê werbigrin.”
Beşek ji pisporên Kafkasyayê di wê baweriyê de ne ku şer ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye destpêkirin, neku Ermenîstan û dibêjin, ti sedemek nîne Ermenîstan dest bi şerekî wiha bike, ji ber di şerê salên notî de biserketin û bûn xwediyê wê navçeya ku dixwestin.
Rudaw
