• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Rojavayê Kurdistanê 48 kesên din bi Korona ketin

Gulan Media September 28, 2020 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê 48 kesên din bi Korona ketin
heta niha 62 kes canê xwe ji dest dane.
Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 48 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî li Hesekê jiyana xwe ji dest daye û 5 kes jî baş bûne.

Hevserokê Desteya Tendirostiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; li Hesekê zilamekî ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest daye.

Mistefa eşkere kir ku 48 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 14 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 4 kes li Girkê Legê, 3 kes li Dêrikê, 2 kes li Amûdê, 1 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Til Temir, 10 kes li Kobanî, 8 kes li Reqayê, 1 kes li Minbicê û 1 kes jî li Tebqayê.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 5 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1446 kesan, ji wan 402 kes baş bûne û 62 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Top