• Saturday, 07 February 2026
logo

Şerê Azaerbaycan û Ermenistanê: 16 serbaz û 6 sivîl mirin

Gulan Media September 28, 2020 Nûçe
Şerê Azaerbaycan û Ermenistanê: 16 serbaz û 6 sivîl mirin
Şerê Azerbaycan û Ermenistanê li ser herêma Qerebaxê berdewam dike ji ber şerê herdu welatan heta niha 16 serbaz û 6 sivîl mirine û bi zêdetir ji 100 kesên sivîl jî birîndar bûne.

Ligor raporta Reutersê duhê berpirsên herêma Nagorno –Qerebaxê aşkere kirine ji ber bordûmana topxaneyên artêşa Azerbaycanê 16 serbaz hatine kuştin û herî kêm 100 sivîl jî birîndar bûne.

Piştî êrîşên Azerbaycanê bo ser Ermenistan û herêma Nagorno – Qerebaxê, Ermenistanê rewşa awarte ragiahndibû û banga çekdarkirinê li hemû mêrên welat kiribû. Herwiha Azerbaycanê jî rewşa şer ragihandibû û dabû zanîn ku ji ber êrîşa Ermenistanê malbateke 5 kesî mirine.

Ligor berpirsên Azerbaycanê aşkere kirine hêzên wan li herêma Nagorno – Qerebaxê karîne 6 gundan kontrol bikin.

Herwiha ligor zanyariyan hêzên Nagorno – Qerebaxê jî karîne 4 firokeyên Azerbaycanê têk bibin. Herwiha Ermenistanê jî aşkere kiriye wan 15 firokeyên bêfirokevan ê Azerbaycanê xistine xwarê û 10 tankên Azerbaycanê jî rûxandine.

Ermenistan û Azerbaycan li ser herêma Nagorno – Qarabaxê şer dikin ku li wê herêma nakokbar ji salên 1990î vir ve girjî çêdibin. Herî dawî duhê di navbera herdu aliyan de pevçûnan dest pê kiribû.

Basnews
Top