• Saturday, 07 February 2026
logo

Naveroka wê madeya Mesrûr Barzanî li ser daxwaza rûniştina parlamentoyê dike

Gulan Media September 27, 2020 Nûçe
Naveroka wê madeya Mesrûr Barzanî li ser daxwaza rûniştina parlamentoyê dike
naveroka madeya 66 a peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê aşkera dike ku serokê hikûmetê li ser daxwaza rûniştina Parlamentoya Kurdistanê dike.

Duh 26.09.2020ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaza rûniştina Parlamentoya Kurdistanê kir, ku ew bixwe jî amade be di rûniştinê de û gotarekî derbarê pêngavên hikûmetê de pêşkeş bike.

Li gor madeya bergeya duyem a madeya 66 a peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê dikare daxwaza rûniştinê li Parlamentoyê bike. Li gor berga sêyem a desteya serokatiya parlamentoyê jî divê di 14 rojan de dema rûniştinê diyar bibe.

Herwaha di berga çarem a madeyê de tê gotin, rûniştina Parlamentoya Kurdistanê tenê bo aşkera kirina babetekî giştî ye û di wê rûniştinê de pirs nayên kirin û herwaha di wê rûniştinê de nikare bawerî ji serokê hikûmetê û kabîneyê bê standin.

Di berga şeşem a madeya 66 de jî, hikûmet dikare daxwaza paşxistina wê dema ku serokatiya parlamentoyê diyar kiriye paşxistina wê daxwaz bike, ku ji 7 rojan jî derbas neke.

Basnews
Top