Li Rojavayê Kurdistanê sala nû ya xwendinê dest pê dike
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser, ev yek ji Rûdawê re ragihand û behsa rewşa xwendinê di sala nû de kir û nîşan bi wê yekê jî da ku wan hemû rêkar û rênimayên pêwîst li dijî belavbûna vîrusa Coronayê dane ber xwe.
Rojhat Xelîl, Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê, got, “Derdora 2225 dibistan deriyê xwe vedikin ji 230 hezar xwendekaran re ku perwerdehiya xwe bibînin. Hemû dibistan, hatin pakkirin. Me sîstema belavkirina xwendekaran jî daniye li gor hejmara wan di pol û dibistanan de. Me hejmara kêm kiriye, her polekê 15 xwendekar dê tê bin. Her maseyekîê yek xwendekar dê hebe û agahdarî jî jib o xweparastinê dê bên dayîn.”
Ev yek di demekê de ye, ku dibistanên Hikûmeta Sûriyê roja 13yê vê meha Îlonê deriyên xwe li pêş xwendekaran vikirin, ew jî bi mercên cîbicîkirina rêkarên xweparastinê ji Virusa Koronayê. Lê li gorî zanyariyan, ti pabendî bi wan rênima û rêkaran nehatiye kirin.
Bi mebesta xweparastinê jî, Rêvebeirya Xweser dest bi kampeyneke pakirinê kir, ku tê de dibistan, sazî û avahiyên ser bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê, hatin paqijkirin û pakirin, lê eger pêwîst bike, egera wê yekê heye ku dibistan careke din bêne girtin û xwendin bibe bi Online.
Rojhat Xelîl diyar dike, “Eger dibistan bên girtin, kar tê kirin ku her sê qonax; seretayî, navîn û amadayî ku bên dayîn li ser kenala Rojava û li ser Youtube.”
Tevî rêkarên xweparêziyê, hêj tirs ji wê yekê heye ku nexwşiya Koronayê li nav xwendekarên Rojavayê Kurdistanê belav bibe, bi taybetî, ku roj bi roj hejmara tûşbûyan li wan navçeyan di zêdebûnê de ye, di praktîkê de jî wê rewş bêhtir bê diyarkirin.
Rudaw
