• Saturday, 07 February 2026
logo

Rûhanî: Amerîka zirarê dide deverê

Gulan Media September 27, 2020 Nûçe
Rûhanî: Amerîka zirarê dide deverê
daxwaza cîhbicîh kirina rêkeftinan dikin.
Serokkomarê Îranê û wezîrê derve yê Îraqê civiyan.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî pêşwaziya wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên kir.

Di civînê de her du alî behsa têkiliyên navbera Îraq û Îranê û çend mijarên din yên rojeva deverê kirin.

Her di heman civînê de Hesen Rûhanî ji Fûad Husên re gotiye ku Îran ji hebûna Amerîka û hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Îraqê dilgirane jiber ku Amerîka û hêzên Amerîkî zirarê didin deverê.

Di beşeke din ya civînê de her du alî daxwaz kirine daku tevahiya rêkeftinên navebra Îraq û Îranê yên ku beriya niha hatine îmzekirin gav bi gav werin cîhbicîhkirin.
Top