Hêzeke milîsên Heşdî Şeibî: Emê êrîşên hember Amerîkayê berdewam bikin
Hêza milîs a ser bi Heşdî Şeibî Eshabul Kehfif ku xwe wek beşek ji ‘’Berevaniya Îslamiya Iraqê’’ pênase dike di beyanameyekî de rexne li wan kesan kirin, ku daxwaz dikin êrîşên hember Amerîkiyan li Iraqê bên rawestandin.
Ew rexneyên Eshabul Kehif nerasterast rexne li rêberê tevgera Sedir Muqteda Sedir û desteya Heşdî Şeibî kirine, ku wan daxwaz kiribûn Iraq divê nexin metirsiyê û êdî êrîş li ser balyozxane û berjewendiyên welatan ên li Iraqê bên ragirtin.
Di beyanameya wê hêza milîs a ser bi Heşdî Şeibî ya îro 26.09.2020ê de hat ragehandin êrîşên hember balyozxane û berjewendiyên Amerîkayê yên li Iraqê dê berdewam bikin.
Basnews
