• Saturday, 07 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm: Referandom zerûretekî netewî bû

Gulan Media September 26, 2020 Nûçe
Necmedîn Kerîm: Referandom zerûretekî netewî bû
Parêzgerê rewa yê Kerkûkê di sêyem salvegera referandoma serxwebûna Kurdistanê de amaje bi wê yekê dike ku proseya referandomê zerûretekî netewî bû û daxwazên gelê me nîşanî civaka navnetewî da.

Parêzgerê rewa yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di sêyem salvegera referandoma serxwebûna Kurdistanê de peyamek belav kir û ragehand: ‘’Îro sê sal derbas bûn li ser proseya referandoma serxwebûna Kurdistanê de, ku li başûrê Kurdistanê, Kerkûk û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê de roja 25.09.2017ê de pêkhat. Proseya giştpirsî ango referandomê zerûretekî netewî bû, ku daxwazên gelê me nîşanî civaka navnetwî da û heman demê de pêngavekî dîrokî bû bo red kirina wê xedir û neheqiya dîrokî ku zêdetirî sedsalane li hember gelê me hatiye kirin.’’

Necmedîn Kerîm di peyama xwe de got, ew proseye wek faktorekî netewî bo pirsa netewî ya gelê me dê bimîne û dê bibe pêngavek û bingehê pêşeroja me li ser dê li pêş cîhanê bê danîn. Ji ber wê di salvegera sêyem a referandomê de spasiyên xwe em ji bo wî helwêstê niştimanî û îradeya bilind û berxwedêriya hemniştimaniyan nîşan didin.

Basnews
Top