• Saturday, 07 February 2026
logo

Xelkê 20 gundên Zaxo vegeriyane ser malên xwe

Gulan Media September 26, 2020 Nûçe
Xelkê 20 gundên Zaxo vegeriyane ser malên xwe
Piştî rawestina êrîşa Tirkiyê li navçeyên sînorî xelkê gundan vedigerin ser malên xwe. Heta niha xelkê 20 gundên ser bi Zaxo ve vegeriyane.

Yek ji wan gundên ku şêniyên wê lê vedigerin Evleh e li nahiya Batîfa ya ser bi qezaya Zaxo ve li parêzgeha Duhokê.

Li gundê Evlehê 3 xanî berî mehekê ji aliyê hêzeke zemînî ya artêşa Tirkiyê ve hatibûn jinavbirin û xwediyên wan hewl didin careke din xaniyên xwe ava bikin.

Enwer Seîd ku yek ji ziyandîtiyan e, dibêje, “Tirkiyê 3 ta 4 xaniyên me xerab kir, em dê hêdî hêdî ava bikin ku heta şer radiweste.”

Xelkê zêdetir ji 20 gundên ser bi navçeya Zaxo ve vegeriyane ser gundên xwe û niha amadekariyan bo zivistanê dikin.

Cotkarê bi navê Sedad Mîrza dibêje, “Ev darên bo şewitandinê ne, Tirkiyê wiha lê kirine, firokeyên Tirkiyê aqarê gundê me şewitand, em jî diçin daran tînin bo zivistanê.”

Şer, topbaran û bombebaranê bandoreke gelek xerab li ser xelkê û xwezaya navçeyê jî kiriye.

Cemîla Nurî dibêje, "Tirkiyê aqarê gundê me yê şewitandî, şîrê me jî kêm bûye.”

Artêşa Tirkiyê bi dirêjahiya 15 kîlometran û berfirehiya 40 kîlometran derbasî nav sînorê Herêma Kurdistanê bûye.

Di çarçova dawîn êriş û operasyonê de artêşa Tirkiyê heta niha zêdetir ji 35 xalên serbazî di nav axa Başûrê Kurdistanê de çê kirine.

Dilşêr Ebdulstar, Rêveberê Nahiya Batîfayê dibêje, “Ji sedî 50 rewşa deverên me aram bûye beramber berî operasyonê. Cotkarên me dikarin biçin ji sibehê ta êvarî karê xwe bikin. 6 mal vegeriyane ser gundên xwe.”

Ji ber operasyon Tirkiyê û şer û pevçûnên li gel gerîlayên PKKê nêzikî 50 gundên ser bi bajarokên Batîfa û Derkarê ve hatine valakirin.

Rudaw
Top