• Sunday, 08 February 2026
logo

CHPê piştevaniya xwe ji HDPê re ragihand

Gulan Media September 26, 2020 Nûçe
CHPê piştevaniya xwe ji HDPê re ragihand
Serokê Giştî yê CHPê peywendiyeke telefonî li gel Hevserokê HDPê encam da û piştevaniya partiya xwe jê re ragihand.

Ofîsa Ragihandinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di daxuyaniyekê de aşkere kir ku Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu peywendiyeke telefonî li gel Hevserokê HDPê Mîthat Sancar encam da.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di wê peywendiya telefonî de, Mîthat Sancar hûrgiliyên wê operasyona binçavkirina endamên HDPê ji Serokê CHPê re ragihand û amaje bi wê kir ku ev yek li dijî lêgerînin ji bo demokrasî, aştî û azadiyê ye.

Sancar di wê peywendiyê de got, “hikûmet li navxwe û derve ketiye nav tengasiyeke mezin û ji ber vê yekê lez daye êrişên xwe yên li HDPê û hewl dide ser wê rewşê binixûmîne û xwe bi hêz bike. Ev êriş di ser HDPê re li dijî hemû opozisyonê ye.”

Mîthat Sancar herwiha tekez kir ku ev êriş tenê dikare bi têkoşîn û helwesteke hevbeş a demokratîk bên rawestandin û diyar ku ew girîngiyê bi her helwestekê didin ku li dijî van êrişan bilind dibe.

Hevserokê HDPê di wê peywendiya telefonî amaje bi wê jî kir ku zêdebûna êrişan pêwîstiya bi têkoşîna hevbeş careke din nîşan da.

Her di wê peywendiya telefonî de Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî tekezî li ser wê kir ku ev operasyona dawîn bi mebestên siyasî hatiye pêkanîn û got ku ev operasyon û êrişên ku li ser oposizyonê zêde bûne peywendî bi asêbûna hikûmetê ya di her warî de heye û piştevaniya xwe ji Hevserokê HDPê re derbirî.

Rudaw
Top