• Saturday, 07 February 2026
logo

Husên Yezdanpena: Bi tenê Serok Barzanî li dijî dijberên referandûmê biserket

Gulan Media September 26, 2020 Nûçe
Husên Yezdanpena: Bi tenê Serok Barzanî li dijî dijberên referandûmê biserket
Îro roja înê 15.09.2020an Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Hûsên Yezdanpena derbarê sêyem salveghera referandûma serbixwebûna Kurdistanê de axivî û ragihand bi tenê Serok Barzanî karî dijî dijberên navxweyî û cihanî û herêmî yên li dijî referandûmê bi serkeve.

Hûsên Yezdanpena ji BasNewsê re axivî û da zanîn Serok Mesûd Barzanî karî hengaveke baş bide destpêkirin û referandûma serxwebûna Kurdistanê. Herwiha Barzanî hemû xelkê Başûrê Kurdistanê û kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê li derdora xwe civand bo mafê rewa yê milletê kurd.

Herwiha Yezdanpena tekez jî kir piştî Komara Kurdistanê li Mehabadê referandûma serxwebûna Kurdistanê gewretirîn bûyera siyasî bû di dîroka Kurdistanê de.

Herwiha Hûsên Yezdanpena amaje bi wê yekê jî kir xelkê Kurdistanê bi rêjeya %92 ji serxwebûnê re got belê û daxwaza mafên xwe yên rewa kir û ev yek jî nîşaneya îradeya gelê kurd e bo dewleteke serbixwe û neteweyî ya kurdî.

Basnews
Top