Husên Yezdanpena: Bi tenê Serok Barzanî li dijî dijberên referandûmê biserket
Hûsên Yezdanpena ji BasNewsê re axivî û da zanîn Serok Mesûd Barzanî karî hengaveke baş bide destpêkirin û referandûma serxwebûna Kurdistanê. Herwiha Barzanî hemû xelkê Başûrê Kurdistanê û kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê li derdora xwe civand bo mafê rewa yê milletê kurd.
Herwiha Yezdanpena tekez jî kir piştî Komara Kurdistanê li Mehabadê referandûma serxwebûna Kurdistanê gewretirîn bûyera siyasî bû di dîroka Kurdistanê de.
Herwiha Hûsên Yezdanpena amaje bi wê yekê jî kir xelkê Kurdistanê bi rêjeya %92 ji serxwebûnê re got belê û daxwaza mafên xwe yên rewa kir û ev yek jî nîşaneya îradeya gelê kurd e bo dewleteke serbixwe û neteweyî ya kurdî.
Basnews
