Arif Ruşdî: Parlamenterên Iraqçî, ji erebên şoven xiraptir dijatiya Kurdistanê dikin
Îro 24.09.2020ê şêwirmendê politburoya PDKê Arif Ruşdî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Taximekî parlamenter li Bexdayê hene ku dengên xelkê Kurdistanê ve bûne parlamenter, lê dûr û nêzîk ti pêwendiya wan bi daxwazên gelê Kurdistanê ve tine. Bûne kiraseke sor ê ser leşkerên neyarên Kurdistanê.’’
Herwaha daxwaz jî kir, ew partiyên xwedî kesayetiya siyasî, yasayî û civakî ne, sînorekî bo wan gruban daynin. Ji ber ‘’Nabe bi rêya partiyekî ve û bi dengê gel û girseya wê partiye ve bibin parlamenter, lê naha jî bibin mar û bi gerdena xelkê ve xwe alandibin, berî gazind li wan bên kirin, dê li partiya wan gazind bên kirin û ji ber wê jî xeletiyên wan kesan dê li ser partiyên wan bên hesab kirin.’’
Basnews
