3 sal bi ser Referandûma Serxwebûna Kurdistanê derbas bû
Roja 7ê Hezarîna 2017an Serok Mesûd Barzanî bi hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civiya û di wê civînê de biryara encamdana referandumê di roja 25.09.2020an de hate dayîn.
Herwiha piştî lîjneya bilind a referandûmê bi hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê re civiya û bo çavdêriya dengdana referandumê. Herwiha Komîsyona bilind ya hilbijartina Herêma Kurdistanê bo encamdana serxwebûnê hat erkdarkirin. Komîsyonê piştî xebatên xwe hemû karên xwe li fermangehên Kurdistanê û herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê temam kir û hilbijartin li seranserî Herêma Kurdistanê birêve çû.
Di dema proseya serxwebûna Kurdistanê de gotarên Serok Barzanî yên derbarê mafê milletê kurd û hebûna dewleta kurdî de bûne weke dirûşm din ava xelkê Herêma Kurdistanê û herçar parçeyên Kurdistanê.
Herçend Iraqê û welatên cîranên Herêma Kurdistanê û fişara navdewletî gefên mezin jî li Herêma Kurdistaê xwarin roja 25.09.2020an referanduma serxwebûna Kurdistanê birêve çû. Xelkê Kurdistanê bi rêjeya %92.7 dengê belê dan serxwebûna Kurdistanê.
Piştî encamdana referanduma serbixwebûnê bi roja 16ê Oktobera 2017an komên tûndrew ê şîe Heşdî Şabî bi alîkariya artêşa Iraqê û Tirkiyê û bi xiyaneta komeke nava YNKê Kerkûk û Herêmên Kurdisanî hatin dagirkirin. Lêbelê di referandûmê de xelkê Herêma Kurdistanê selimand ku ti kes nikare îradeya gelê Kurdistanê ji nav bibe.
Basnews
