• Saturday, 07 February 2026
logo

Artêşa Îraqê û heşda şebî hevkariya Erebên hawirde dikin

Gulan Media September 25, 2020 Nûçe
Artêşa Îraqê û heşda şebî hevkariya Erebên hawirde dikin
metirsiya dagîr kirinê li ser 40 gundên Kurdan heye.
Hevkariya wan dikin daku mal û milkên Kurdan dagîr bikin.

Berpirsê şaxê 23an ya partiya demokrata Kurdistanê li Qereçoxê Kirmanc Ebdulah ragihand ku hewldanên Ereban bo dagîr kirin û biereb kirina gund û mal û milkên Kurdan li deverê de berdewame û niha metirsiya bi ereb kirin û dagîrkirinê li ser 40 gundên devera Sergeranê heye.

Kirmanc Ebdulah herwiha eşkere kir ku artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî hevkariya erebên hawirde dikin daku gund û mal û milkên welatiyên Kurd li deverê dagîr bikin.
Top