• Saturday, 07 February 2026
logo

Kurdistan dixwaze hêzên hevpeymanan bimînin

Gulan Media September 25, 2020 Nûçe
Kurdistan dixwaze hêzên hevpeymanan bimînin
dibêje liv û tegerên DIŞIê her diçe zêdetir dibin.
Kurdistan daxwaza mayîn hêzên hevpeymanan heta dawî anîna DIŞIê dike.

Nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewrûpayê Dilawer Xalid Ajgeyî di dema beşdarî kirin di civîneke komîteya siyaseta derve ya YEê de diyar kir ku mayîna hêzên hevpeymaniya cîhanî li Îraqê bo ji nav birina DIŞIê gelek girînge.

Dilawer Ajgeyî herwiha anî ziman ku Kurdistan dixwaze heta dema ku DIŞI û metirsiyên DIŞIê bi temamî tên ji nav birin hêzên hevpeymaniya cîhanî li deverê de bimînin.

Ajgeyî diyar kir ku hîn jî li hin deverên Îraqê terorîstên DIŞIê hebûna xwe didomînin û liv û tegerên xwe yên terorîstî zêdetir kirine.

Top