Serok Barzanî: Em serê xwe natewînin
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Em xwe natewînin”, weke amajeyek ji bo îradeya gihiştina hêviyên neteweya Kurd.
“Em xwe natewînin” yek ji gotinên herî diyar ên di şerê Pirdê de bû li dijî çekdarên Heşda Şe'bî ku Pêşmergeyekî ji bo hevalên xwe ev gotin bi kar anî û ji wan dawxwaz kir ku rûbirûyî çekdarên Heşda Şe'bî û êrîşên wan ên ser Pêşmerge bibin û gotibû: “Xwe netewînîn.”
Sê sal berê, di rojeke weke îro de proseya dengdanê ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê birêve çû.
K24
