• Saturday, 07 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Martin Huth civiya

Gulan Media September 25, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Martin Huth civiya
dibêje hikûmet berdewam dibe li ser cîhbicîh kirina projeyan û reforman.
‎Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Yekîtiya Ewrûpayê li Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê YEê yê li Îraqê Martin Huth civiya û pişt re derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe ya medyaya sosiyal wisa nivîsand;

Îro pêncşem 24ê Îlona 2020 an me pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Îraqê Martin Huth kir.

Di civînê de guhertin û pêşhatên dawî yên Îraqê û berfiretir kirina têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewrûpayê hatin nirxandin.

Balyozê YE yê li Îraqê Martin Huth ragihand ku herêma Kurdistanê mînakek serkeftî û pêşketiye li Îraqê û YE amadeye bo berfiretir kirina têkiliyên xwe û handana Hêlbirênerên Ewrûpî bo hêlbirînê li herêma Kurdistanê de bikin.

Me jî spasiya piştîvaniya YE ya bo herêma Kurdistanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku herêma Kurdistanê faktereke girîng ya aramiyê ye li Îraq û deverê de û me got; Rixmî qirîzên darayî lê hikûmeta herêma Kurdistanê berdewame li ser cîhbicîh kirina projeyên xizmetgozarî û cîhbicîh kirina bernameya reforman ya bo pêşde birina zêdetir ya herêma Kurdistanê.
Top