• Saturday, 07 February 2026
logo

Ji ber bûyerên Kobanî biryara desteserkirina 82 kesan hat dan

Gulan Media September 25, 2020 Nûçe
Ji ber bûyerên Kobanî biryara desteserkirina 82 kesan hat dan
Li ser biryara Dozgeriya Komarî ya Enqerê û derbarê bûyerên Kobanî yên sala 2014an de, li heft bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo desteserkirina 82 kesan operasyoneke mezin ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hat destpêkirin.

Li gor agahiyan, çendîn serkirde û berpirsên niha û berê yên HDPê di nava wan kesan de ne ku daxwaza desteserkirina wan hatiye kirin.

Di operasyonê de heta niha hatiye zanîn, ku Ayhan Bilgen Şaredarê Qersê û Altan Tan parlamenterê berê yê HDPê yê Amedê hatine desteserkirin. Altan Tan li ser twittera xwe desteserkirina xwe ji aliyê hêzên polîs ên Tirkiyê ve ragihandiye û diyar kiriye, ku polîs wî dibin navenda asayişê.

Li gor agahiyan, herdu hevserokên berê yên HDPê, Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag ku niha di girtîgehê de ne, di nava lîsteya daxwazkiriyan de ne. Herwiha hejmarek parlamenterên berê yên HDPê û ji wan Sirrî Sureya Onder, Ayla Akat Ata, Emîne Ayna û Nazmî Gurb jî di nava vê lîsteyê de ne, ku hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê hewla desteserkirina wan didin.

Ew kes bi handana xelkê bo encamdana kiryarên terorîstî di bûyerên sala 2014 de hatine tometbarkirin.

Rudaw
Top