• Saturday, 07 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî bo koça dawî ya Mihemed Mîrza Mîrza

Gulan Media September 25, 2020 Nûçe
Peyama Serok Barzanî bo koça dawî ya Mihemed Mîrza Mîrza
Serok Barzanî peyamek bi boneya koça dawî ya Mihemed Mîrza Mîrza yê Pêşmergeyê şoreşên Îlonê û Gulanê belav kir.

Peyam waha ye;

Bi navê xwedayê bexşîne û mîhreban

Bi xemekî mezin ve me nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê Mihemed Mîrza Mîrza bîhîst.

Xwedê jê razî Mihemed Mîrza Mîrza Pêşmergeyek bi wefa yê rêbaza kurdayetiyê bû û heta dawiya jiyana xwe ji bo gelê xwe xwedî helwêstekî bilind û dilsoz bû. ji ber wê ji destdana wî Pêşmergeyî xisar û ziyaneke mezine.

Em serxweşiyê li malbata tekoşer a xwedê jê razî Mihemed Mîrza Mîrza û temamê dost û hevalên wî dikim û ez xwe wek hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin daxwaz dikim xwedê jê razî bi beheşta xwe şad bike, sebir û aramiyê bide hemû aliyekî.

Ana lle û ana alye raciun

Mesûd Barzanî

24.09.2020
Top