Li rojavayê Kurdistanê ji ber koronayê 4 kesan canê xwe ji dest dan
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane ku ji wan 2 kes li Hesekê, kesek li Dêrikê û kesek jî li Kobanî ye.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 16 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 4 kes li Dêrikê , 7 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, kesek li Şehbayê ye.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 11 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1359 kesan, ji wan 390 kes baş bûne û 59 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
K24
