• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezîrê Navxwe ligel şandeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî civiya

Gulan Media September 24, 2020 Nûçe
Wezîrê Navxwe ligel şandeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî civiya
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ligel şandeke payebilind a hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Hêzên Hevpeymanan ên li Iraq û Sûriyê General Kevin Cospey civiya.

Di civînê de li ser rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê bi giştî û ya Herêma Kurdistanê bi taybetî gotûbêj kirin û tekezî li girîngî û berdewambûna rahênan û hevkarîkirina hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji bo rûbirûbûna terorîstan kirin.

Herwiha pesnê hemahengî û hevkariya navbera Hevpeymanî û hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li hemû operasyonên li dijî terorîstan hat dayîn.

Her du aliyan hêviya xwe anîn ziman ku ev hemahengî berdewam bibin û bi taybetî jî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ku niha DAIŞ li wan deveran maye û li ser niştecî û xelkên gundên wan deveran gef e.

Basnews
Top