• Saturday, 07 February 2026
logo

Dozgeriya Enqereyê dozeke nû li Demîrtaş vekir

Gulan Media September 24, 2020 Nûçe
Dozgeriya Enqereyê dozeke nû li Demîrtaş vekir
Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê Hevserokê HDPê yê berê Selahedîn Demirtaş dozeke nû amade kir.

Li gor zanyariyan, Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê Hevserokê HDPê yê berê Selahedîn Demirtaş dozeke nû amade kiriye û tê de cezaya 3 sal zîndan jê re tê xwastin.

Di destpêka îsal de di rûniştineke dadgehkirina wî de, Demirtaş di parêznameya xwe de gotibû “Hemû ew proseya deryasayî, bi riya Serdozgerê Komarî yê Enqerê Yukesl Kocaman birêve diçe.” Mahsuni Karaman parêzerê Demirtaş dibêje, ji ber wê serdozgeriyê ev doza nû li dijî Demirtaş amade kir.

Hevserokê HDPê yê berê Selahedîn Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve bi çendîn tohmetên cuda li Edîrneyê zîndankirî ye.

tevî Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiye biryara azadkirina Demîrtaş dane jî Demîrtaş hêj nehatiye azadkirin.

K24
Top