• Saturday, 07 February 2026
logo

Duhok- Bijîşkek û 2 karmendên tendirustiyê bi Koronayê mirin

Gulan Media September 24, 2020 Nûçe
Duhok- Bijîşkek û 2 karmendên tendirustiyê bi Koronayê mirin
Di nava 3 rojan de bijîşkekî û du karmendên tendirustiyê li parêzgeha Duhokê bi vîrûsa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dan.

Li Duhokê di mehekê de rêjeyeke gelek bilind ji karmendên tendirustiyê û perestar bi vîrûsa koronayê ketin û heta niha bijîşkekî û 2 karmendên tendirustiyê ji ber vê vîrûsê canê xwe ji dest dan.

Beşek ji bijîşkên pêketî dibêjin ku ji bo parastina jiyana welatiyan, ew jiyana xwe dixin metirsiyê û ji welatiyan daxwaz dikin ku bêtir xwe biparêzin û koronayê li ber çavê xwe biçûk nekin.

Dr. Erşed Mistefa, ji destpêka belavbûna koronayê heta niha di nav nexweşxaneyan de ye û nexweşan tedawî dike, lê dawiya dawî ew jî bi vê vîrûsê ketiye.

Ji destpêka vê hefteyê ve, Serokê Bijîşkên Nexweşxaneyên Koronayê ligel hejmarek bijîşk û perestar bi koronayê ketine.

Herwiha di nava van sê mehên dawî de, tenê li parêzgeha Duhokê zêdetirî 160 bijîşk, perestar, karmend û fermanberên tendirustiyê tûşî vîrûsa koronayê bûne û hinek ji wan jî ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

Basnews
Top