Dr. Beşîr Hedad: Wezîrê Navxwe yê Iraqê soza çareserkirina pirsgirêka zeviyên kurdan da
Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Beşîr Hedad îro ligel Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanimî civiya û pirsa dagîrkirina zeviyên cotkarên kurd ji aliyê erebên hawirde ve guftûgo kir.
Beşîr Hedad ji K24ê re ragihand, Wezîrê Navxwe yê Iraqê soza çareserkirina wê pirsê li gor yasay da. Kesên li dijî yasayan kar kirine jî siza bidin.
Demek e erebên hawirde hewl didin zeviyên cotkarên kurd li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê didin, bi taybet jî li nahiya Sergeranê ya li parêzgeha Kerkûkê.
Di heyama du rojên bûrî de jî, hêzên ser bi Polîsa Federalî jî li wan nevçeyan piştevaniya erebên hawirde dikin.
Basnews
