Merkel bo penaberekî Kurd: Divê Kurd bi azadî bijîn
Dirxam Fermano 25 sal in li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê dijî û ev çend sal in, her hefte bi tenê çalakiyekê encam dide.
Ew her hefte diçe pêşiya balyozxane, konsolxane û navendên dîplomasî li Almanyayê bi mebesta ku bale bikişîne ser rewşa Kurdan.
Wê çalakiya wê bala Rawêjkara Almanyayê Angela Merkel kişand û Merkel peywendiyeke telefonî li gel wî hemwelatiyê Kurd pêk anî.
Di wê pêwendiya telefonî de Dirxam ji Angela Merkel re behsa rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike, bi taybet, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û jê re dibêje li wan navçeyên dagîrkirî zilmeke mezin li Kurdan tê kirin.
Dirxam Fermano ji Rûdawê re ragihand, ku Angela Merkel di wê peywendiya telefonî de ji wî re tekez kir, ku ew li dijî wê zulmê û rijandina xwînê ye.
Fermana dibêje Merkel ji wî re ragihand, ew li gel Kurdan e, li gel mafê Kurdan e, divê Kurd weke hemû gelên cîhanê bi azadî û di aştiyê de bijîn
Rudaw
