• Saturday, 07 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Pêşwaziyê li piştevaniya Brîtanya ji bo rêkeftina Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî dikin

Gulan Media September 23, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Pêşwaziyê li piştevaniya Brîtanya ji bo rêkeftina Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî dikin
Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn James Cleverly radigihîne, hebûna pêwendiyeke bihêz di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê de, aramiyê navçeyê bihêz û berdewamtir dike.

Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn James Cleverly li hejmara xwe tora civakî “Twitter” belav kir, îro 23/9/2020an wî pêwendiyeke telefonî ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiriye.

James Cleverly di twittera xwe de got: “Hebûna pêwendiyeke bihêz di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê de, aramiyê navçeyê bihêz û berdewamtir dike. Bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re axivîm û ew razî bûye kar bi cidî berdewam bike ji bo wê armancê.”

Li hemberê jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” bersiva James Cleverly da û got: “Bi dilxweşî îro ligel James Cleverly guftûgoyeke telefonî me encam da. Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya wek her dem girîng in. Pêşwazî li piştevaniya Brîtanyayê dikin bo gihîştina bi rêkefineke dawî ligel Hikûmeta Federalî ku pêwîst e li ser binemaya rêzgirtina her du aliyan be û li gor binemayên destûrê be.”

Rudaw
Top