• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokê herêmê li gel balyozê Yekîtiya Ewrûpayê civiya

Gulan Media September 23, 2020 Nûçe
Serokê herêmê li gel balyozê Yekîtiya Ewrûpayê civiya
dibêje YE dikare hevkariya Îraqê bo çareser kirina kêşeyan bike.
Di civînê de behsa rêkarên rûbirû bûna Koronayê hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Bexdayê Martin Huth kir.

Di civînê de ku nûnerê YE yê li Kurdistanê jî têde beşdar bû, her du alî behsa rêkarên rûbirû bûna Koronayê û bandora Koronayê li ser rewşa abûrî kirin.

Di beşeke din ya civînê de Nêçîrvan Barzanî û Martin Huth behsa metirsiyên terorê, zêde bûna liv û tevgerên terorîstên DIŞIê, prosesa siyasiya Îraqê, pîwerdariya hikûmeta nû ya Îraqê û mijara hilbijartinên pêşwext yên Îraqê kirin.

Di berdewamiya civîna han de behsa giftûgoya navbera Hewlêr û Bexdayê ya bo çareser kirina kêşeyên navbera her du aliyan hate kirin û Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku kêşeya Hewlêrê li gel Bexdayê ne tenê kêşeya bûdce û mûçeyê ye, belku aramiya Îraqê û kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê du babetên ku bihev re girêdayî ne. Civaka cîhanî û YE jî bo çareser kirina wan kêşeyan dikarin alîkariya Îraqê bikin.

Di dawiya civînê de her du alî piştîvaniya xwe bo hilbijartinên pêşwext yên Îraqê diyar kir û nêrînên xwe yên derbarê têkiliyên Îraqê li gel welatên cîran, rola NY û YE li Îraqê anîn ziman.

Top