• Sunday, 08 February 2026
logo

PYD: James Jeffery garantî da, Tirkiye êrişên nû nake

Gulan Media September 23, 2020 Nûçe
PYD: James Jeffery garantî da, Tirkiye êrişên nû nake
Berpirsekî Rojavayê Kurdistanê dibêje, nûnerê Amerîka bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey ji HSDê gotiye, Tirkiye dest bi ti operasyonên serbazî yên nû li rojhilatê Firatê nake.

Rojnameya “Şerq El Ewset” çapa Londonî li ser zarê Berdevka PYDê Sema Begdaş ragihand, James Jeffrey di civîna bi HSDê re got, Tirkiye ti operasyonên din li rojhilatê Firatê nake.

Sema Begdaş her wiha diyar kir, piştî operasyona li ser Serê kaniyê û Girê Sipî, Serokê Amerîka Donald Trump û Serkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li hev kirin ku nabe Tirkiye destêwerdanên din di Sûriyê de bike.

Begdaş aşkere kir jî, her dema Tirkiye wê rêkeftinê binpê bike, Amerîka dê sizayên aborî li ser Tirkiyê bisepîne.

Ev daxuyaniya Berdevka PYDê di demekê ye, pêr Nûnerê Amerîka bo Karûbarên Sûriyê û Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, James Jeffrey serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û bi berpirsên HSD, PYD û ENKSê re civiyabû.



Basnews
Top