Macron û Erdogan mijara Deryaya Spî gotûbêj kirin
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Sêşemê 22yê Îlona 2020an peywendiyeke telefonî pêk anîn.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokmariya Tirkiyê, ragiahnd ku di peywendiya telefonê da ku li ser daxwaza Serokomarê Fransayê Macron hate encamdan, têkiliyên dualî yên Tirkiye-Fransayê û Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê ligel mijara Deryaya Spî û pêşhatên herêmî hatin gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniyê Erdogan gotiye ku sedema aloziyên li Deryaya Spî “ne hesibandina mafê rewa yên Tirkiyeyê û Tirkên Qubrisê ye” û aniye ziman ku “ew ti wateyê nadin ka çima Fransa piştevaniya îdiayên maksîmalîst û gavên Yûnanê û Başûrê Qibrisê Beşa Rûman yên rakêşiyan zêde dikin, dike.”
Herwiha hat gotin ku Erdogan tekezî li wê yekê kir ku çavê Tirkiyeyê di axa ti kesî de nîne lêbelê dê nehêle kes jî mafê wan binpê bike.
Erdogan behsa wê yekê kir ku ji bo daxistana rakêşiyan divê ew derfetên li ber destan e bêne nirxandin û pêvajoyên danustanê bên destpêkirin û got ku dixwazin hemî pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.
Serokomarê Tirkiyê herwiha destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de hêviya helwesteke avakar ji Fransayê dikin, sûdê di wê yekê de dibînin ku di navbera Tirkiye û Fransayê de mekanîzmaya şêwrê û danûstana bi berdewamî bê bikaranîn.
Rudaw
