• Saturday, 07 February 2026
logo

Raporta pizîşkî: Li Wanê 2 welatiyên Kurd ji helîkopterê ketine xwarê

Gulan Media September 22, 2020 Nûçe
Raporta pizîşkî: Li Wanê 2 welatiyên Kurd ji helîkopterê ketine xwarê
Yek ji wan welatiyên Kurd ku di operasyoneke hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê dijî gerîllayên PKKê de li sînorê bajarokê Şaxê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hatibûn desteserkirin û îşkencekirin ji nexweşxaneyê derket.

Osman Şiban ê temen 50 salî yê bavê 8 zarokan û Servet Turgut ê 55 salî ku bavê 7 zarokan e, piştî 2 rojan derbarê wan de tiştek nedihat zanîn, derket ku li beşa çavdêriya hûr a Nexweşxaneya Perwerdê ya Wanê hatine razandin. Herçiqas Osman Şiban şeva borî ji nexweşxaneyê hat derxistin, lê heta niha jî rewşa wî ya tendirûstî baş nebûye û tûşî jibîrkirinê bûye. Servet Turgut jî hê çareseriyê werdigre.

Di çend rojên borî de di medya Tirkiyê de îdîayeke wiha belav bû ku ew herdu welatî piştî desteserkirinê hatine îşkencekirin û ji nav helîkopterê bo xwarê hatine avêtin. Niha raportên pizîşkî jî wê îdîayê piştrast dikin.

Li gor wê raporta pizîşkî ku derbarê rewşa tendirûstî ya wan herdu welatiyan di medya Tirkiyê de hatiye belavkirin, roja 17ê Îlona 2020ê ew herdu kes ji ber ku ji helîkopterê ketine xwarê, ji aliyê leşkeran ve bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Di raportê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku roja bûyerê piştî ji helîkopterê ketine xwarê û birîndar bûne, bêhiş bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Li nexweşxaneyê pişkinîna pêwîst bo wan hatiye kirin û li beşa çavdêriya hûr hatine razandin.

Rudaw
Top