• Saturday, 07 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û James Jeffrey civiyan

Gulan Media September 22, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û James Jeffrey civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîka bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê James Jeffrey di civînê de ne û rewşa navçeyê guftûgo dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro danê sibê li Hewlêrê ligel Nûnerê Serokê Amerîka bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û hevdem Nûnerê Amerîka yê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey civiya.

Li gor zanyariyên K24ê, biryar e îro James Jeffrey ligel Serokê Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bicive.

Pirsên rûbirûbûna terorê, rewşa Sûriyê û rojavayê Kurdistanê û hevahengiya di navbera Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî de mijarên sereke yên civînê dibin.

K24
Top