730 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Kurdistanê de bi giştî 730 welatî bi Koronayê ketine û di heman demê de 17 welatiyên din jî canê xwe ji dest dane.
Wezaretê eşkere kiriye ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihuk û Hewlêrê hatiye tomarkirin.
Herwiha hijmara herî zêde ya miriyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 7 kese.
Heta niha 41 hezar û 732 kes bi Koronayê ketine, 26 hezar û 921 kes baş bûne û 1534 kes jî canê xwe ji dest dane.
