Li Duhokê pizîşkekî jiyana xwe ji dest da
Navê wî pizîşkî Necîb Bamernî ye û pizîşkê neştergeriya giştî bûye.
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Duhokê, Hemze Rezîkî ji Rûdawê re ragihand, wî pizîşkî bi sedema Coronayê jiyana xwe ji dest daye, lê ser bi Tendirustiya Duhokê ve nebûye.
Ew pizîşkê ku li Duhokê jiyana xwe ji dest daye, bi xwe Kurd e û xelkê nahiyeya Bamernê ye, pêştir li Mûsilê bûye û bo dema çend salan li Duhokê jiyaye û malnişîn bûye.
Kurmamê wî pizîşkî, Saman Bamernî ji Rûdawê re axivî û got, temenê Necîb Bamernî 68 salî bû, pêştir rewşa tendirustiya wî baş bû û ti nexweşiyeke metirsîdar pê re nebûye, lê çend roj berî niha tûşî Coronayê bûbû û şeva bihorî jî jiyana xwe ji dest daye.
Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Duhokê, hetaniha li sînorê wê parêzgehê 160 karmendên kerta tendirustiyê bi Coronayê ketine, ku sê kes ji wan jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, heta niha 9 hezar û 425 kes li parêzgeha Duhokê bi vîrusa COVID-19 ketine, ku 178 kes ji wan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 710 kes jî baş bûne.
Rudaw
