• Saturday, 07 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Konsulusê nû yê Almanyayê civiya

Gulan Media September 21, 2020 Nûçe
Serok Barzanî li gel Konsulusê nû yê Almanyayê civiya
almanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.

Duhê êwarê li Pîrmamê civiyan.

Duhê êwarê Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Konsulusê nû yê Almanyayê yê li Hewlêrê Klemens Semtner kir.

Di civînê de Konsulusê nû yê Almanyayê piştî xwe nasandin bi Serok Barzanî, spasiya dezgeh û fermangehên hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku di her astekê de hemahengiyeke baş li gel Konsulxaneya Almanyayê kirine.

Semtner herwiha tekez li ser dom kirina piştîvaniya Almanyayê bo Kurdistan û Îraq û herwiha bihêztir kirina têkiliyên navbera wan de kir.

Di dawiya civînê de Serok Barzanî jî hêviya serkeftinê bo Konsulusê nû yê Almanyayê xwest.
Top