• Saturday, 07 February 2026
logo

Amerîka 60 otombîlên serbazî derbasî rojavayê Kurdistanê kirin

Gulan Media September 21, 2020 Nûçe
Amerîka 60 otombîlên serbazî derbasî rojavayê Kurdistanê kirin
Hêzên Amerîkayê karwaneke din a serbazî ji Iraqê derbasî rojavayê Kurdistanê kir.

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê “SANA” belav kir, hêzên Amerîkî 60 otombîlan serbazî, ji Iraqê di deriyê Welîd re derbasî parêzgeha Hesekê kirin.

Li gor zanyariyên wê ajansê, 40 otombîl ber bi binkeya serbazî ya Amerîkî li Hesekê ve çûn û 20 otombîl jî ber bi firokxaneya Xirab El Cîr li bakurê Hesekê ve çûn.

Ev di demekê de ye, Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) pêr 19ê vê mehê ragihand, wan radarên cûreya Sentinel û wesayîtên zirxpoş ên cûreya Bradley veguhestine rojavayê Kurdistanê.

Berdevkê CENTCOMê Bill Urban ragihand: “Wanji bo piştevaniya hêzên Hevpeymaniyê yên li bakurê rojhilatê Sûriyê bikin, fermana avêtina çend pêngavan dane. Ji bo zêdekirina gerên çavdêriyê yên firokeyan li ser hêzên Amerîkayê, radarên Sentinel û ji bo piştevaniya serbazên Amerîkayê yên li Herêma Ewlehiyê ya Sûriyê wesayîtên zirxpoş ên Bradley veguhestin.”

Bill Urban aşkere kir ku ev pêngav ji bo hêzên Amerîkayê li dijî rêxistina terorê ya DAIŞê têkoşîna xwe bidomîne, hatine avêtin.

K24
Top