Li Duhokê 150 nojdar û karmendên tenduristiyê bi Koronayê ketine
Berdevkê tenduristiya Duhokê, Hemze Rezîkî ji BasNewsê re got, niha zêdetirî 9 hezar kesan li Duhokê bi Koronayê ketine. Mixabin roj bi roj rewş xirabtir dibe.
Hemze Rezîkî her wiha got, ji bilî welatiyên normal, nojdar û karmendên tenduristiyê yên ku mijûlî nexweşên Koronayê ne, jî bi Koronayê dikevin. Niha li Duhokê derdora 150 nojdar û karmendên tenduristiyê bi Koronayê ketine.
Bi gotina berdevkê tenduristiya Duhokê, heta niha 3 karmendên tenduristiya Duhokê bi Koronayê can dane.
Wî berpirsê tenduristiya Duhokê bang li welatiyan kir, şîretên tenduristiyê bicîh bînin û alîkariya dezgehên tenduristiyê bikin, ji ber heta niha jî metirsî li ser jiyana welatiyan heye.
Basnews
