• Saturday, 07 February 2026
logo

Hêzên Îranî 3 şivanên kurd gulebaran kirin

Gulan Media September 20, 2020 Nûçe
Hêzên Îranî 3 şivanên kurd gulebaran kirin
Hêzên ewlehiyî yên Îranê li bajarê Şino yê rojhilatê Kurdistanê şivanekî kurd dikujin û 2 şivanên din birîndar dikin.

Rêxistina Mafên Mirvan “Hingaw” belav kir, li gundê Lokan yê ser bi Şino ve, hêzên Îranê şivanekî bi navê Hesen Xendepûr kuşt.

Wê rêxistinê diyar kir jî, di encama teqekirina rasterast a hêzên Îranî de, 2 şivanên din jî birîndar bûn.

Wê rêxistinê amaje bi wê da, her sê şivanan pezên xwe diçêrandin, dema ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine armanckirin.

K24
Top