Biden û Trump şer li ser bidestxistina dengên navçeyên dûrî dest dikin
Berbijêrê Demokratan Bo Serokatiya Amerîkayê Joe Biden mirina bi Coronayê û valabûna navçeyên geştyarî xiste stoyê Trump. Çeka herî mezin a Biden li dijî Trump zêdebûna mirin û pêketina bi Coronayê ye li Amerîkayê bi wî awayê berbelav.
Berbijêrê Demokratan Bo Serokatiya Amerîkayê Joe Biden got: “Serok di meha Sibatê de dizanî ku ev nexweşiyeke gelekî metirsîdar a veguhêz e. Bifikirin, çend geştyar diçin Gola Iron Range? Çend kursî li derdora maseyên nanxwarinê vala ne. Ev hemû ji ber xemsarî û xweperestiya Serok e. Çiqas derew ji we re kirin, çendîn kesan canê xwe ji dest dan.”
Gelek pê neçû Trump jî li Minnesota berê xwe da navçeyên dûrî dest. Kampanyayek li ber cemawerekî zêde da destpêkirin bêyî ku guhê xwe bide tedbîrên tendirûstiyê yên dijî Coronayê. Trump bersiva Biden da û got, eger Biden derbiçe ev wilayet kavil dibe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî wiha axivî: “Wilayeta we dikeve bin piyan û wêran dibe eger Biden û baskê radîkal ê çep biserkevin. Ev tê serê we. Demeke dişopînim. Danûstandineke baş ligel we nekiriye. Xelkê Minnesota baş danûstandin ligel we nekiriye.”
Trump û Biden van du rojan şerê hilbijartinê ji navçeyên qerebalix hinekî birine derve, berê xwe dane dengên xelkê dûrî dest. Herdû berbijêr tişta di hebana wan de heye di kampanya hilbijartinê de di dilê xwe de nahêlin.
Trump, Biden wek baskê çep ê radîkal pênase dike, bi hemû xwepêşandanên tejî alozî û tevlîhevî tohmetbar dike, Biden jî bersiv dide û dibêje, evna xelk in û bêzariya xwe li beramber nedadperwerî û nîjadperestiyê tînin ziman.
Rudaw
