James Jeffrey ji bo hevdîtinên giring geheşt Rojavayê Kurdistanê
Îro 20.09.2020ê James Jeffreya bi armanca pêkanîna hin hevdîtinên giring li gel aliyên siyasî yên kurd geheşt Rojavayê Kurdistanê û çavkaniyeke kurdî li Sûriyê jî ji BasNewsê re ragehand, îro Jeffrey li gel Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê û Partiyên Yekitiya Niştimaniya Kurd (PYNK) ku nav wan de ya herî mezin jî PYD ye, dê hevdîtinan bike û ew hevdîtin dê derbarê danûstanên navbera herdu aliyan de dibe.
Heman çavkaniyê aşkera kir, heta naha nayê zanîn hevdîtina Jeffrey li gel her du aliyan dê rasterast be yan dê bi telekonferansê be. Lê pirsa guftûgoyan di çarçoveya babeta ragehandin merciyekî siyasî ya kurdî ye û danûstandinên navbera her du aliyan de dibe ku demeke ew hevdîtin tên kirin.
Heman çavkaniyê got, bernameya serdana Jeffreya bo Sûriyê di rêza yekem de derbarê hevdîtinên Kurd – Sûriye û babeta opozîsyona Sûriyê de dibe, ku li gel rejîm Sûriyê nakok in, ji ber wê di heyama serdana xwe de Jeffrey hevdîtinê dê li gel hêzên opozîsyona siyasî ya erebî jî pêkbîne.
Derbarê dema ragehandina mercîya siyasî kurd de jî heman çavkaniyê got, dem nehatiye diyar kirin, heta vê gavê jî Jeffrey gelo amadeye bo ragehandina merciya siyasî yan ne nayê zanîn. Berî naha hatibû ragehandin ENKS û PYNK derbarê mercîya kurdî de bi çavdêriya Amerîkayê ve geheştine rêkeftina dawiyê û demekî nêzîk de dê bê ragehandin.
Basnews
