Rêveberiya Xweser reşnivîsa yasaya ragihandinê amade kir
Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser reşnivîsa yasayekê derbarê rêxistina karê rojnamevan û dezgehên medyayî li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê amade kiriye û Hevserokê wê ofîsê Amir Mûrad ji Rûdawê re ragihand, ku yasaya niha gelek kêmasî têde ne, lewma ew dixwazin li hemû bajar û bajarokan nerîna rojnamevanan wergirin.
Ofîsa raighandinê, li piraniya bajar û bajarokan ligel rojnamevanan civiya û vê projeyasayê pêşkêşî wan kir, ji bo ku nerîna xwe li ser bibêjin.
Hevserokê Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser yasaya niha hin kêmasî têde hene û dixwazin biguherin.
Hevserokê Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Amir Mûrad got: “Me wek Ofîsa Ragihandinê ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê xwest ku yasayeke ragihandinê danîn, ji ber ku gelek astengî têde çêdibûn. Di yasaya berê de gelek kêmasî hebûn. Me niha rêşnivîsek amade kiriye û em dixwazin ligel nêrînên tevahiya rojnamevanên Bakurê Rojhilatê Sûriyê dewlemend bikin.”
Reşnivîsa yasaya nû ya karê medyayî ji çend xalan pêk tê, yên weke; avakirina encûmeneke nû bi nav encûmena medyayê ku girêdayî Rêveberiya Xweser be, azadiya raderbirrînê li gor peymanên mafê sivîl û siyasî parastî be, belavkirina naveroka nejadperestî û tûndûtîjiyê qedxekirî ye, nabe karê dezgehên medyayê were qedexekirin eger yasayê binpê neke, nabe medyakar li ser belavkirin nerîn an agahiyan were girtin, ji xeyinî dadgehê nabe daxwaza eşkerekirina çavkaniyên agahiyan were kirin, nabe berî temambûna girêbetsa wî ti rojnamevanek ji kar were dûrxistin, mafê rojnamevan e girêbesta xwe bidawî bîne eger siyaseta edîtorî ya dezgehê were guhertin û her kesek êrîşî rojnamevanan bike tê cezakirin.
Lê hejmarek ji rêxistin û sendîkayên derveyî Rêveberiya Xweser berdewam rexne li yasaya karê rojnamevaniyê ya Rêveberiya Xweser digirin û dibêjin, bi sedemên siyasî, gelek astengî li pêş karê rojnamevanan derdikeve û ev jî bandorê li ser radayê karê wan dike.
Rudaw
