Mezlûm Ebdî: NY tenê beşek biçûk ji sûcên çeteyên Tirkiyê li Rojava eşkere kiriye!
Fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li ser twîttera xwe derbarê rapora dawî ya Komîsyona Lêpirsînê ya Serbixwe a NY, ku behsa sûcên li Sûriyê dike, daxuyaniyek da.
Ebdî diyar kir ku sûcên çeteyên girêdayî Tirkiyê ku di rapora Neteweyên Yekbûyî de behsa wan hatiye kirin, dibe beşek biçûk ji sûcên ku çeteyan li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tînin.
Ebdî bang li civaka navnetewî kir ku derbarê kesên ku li Sûriyê sûcên şer dikin, lêpirsînekê bide destpêkirin û wan aliyan siza bikin.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî diyar kir ku wê li ser tawanbariya li ser HSDê ku di raporê de hatî parverkirin, dest bi lêpirsînê were kirin.
Derbarê rewşa li Kampa Holê jî, Mezlûm Ebdî got ku aliyên navnetewî çavê xwe li dosyaya kampê girtine.
Ebdî destnîşan kir ku derdora 84 dewlet berpirsyariya xwe ya derbarê welatiyên xwe yên li kampê de bi cih naynin û rola rêxistinên navnetewî jî bi hinek alîkariyên mirovî sînordar e.
Rudaw
