Mesrûr Barzanî: Ez geşbîn im ku em ligel hikûmeta federalî bigihin rêkeftina dawî
Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanê Îngilîzî diyar kir: “Nakokiyên me ligel hikûmeta Iraqê gelek in û kêşeyên niha nînin û bû demek ev kêşe hene. Em dixwazin baweriyê vegerînin hevbeşiya stratejî ya navbera me.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kiriye: “Peywendiyên avaker ên navbera Hewlêr û Bexdayê giring in ji bo seqamgîriya devera me û ji bo Bexdayê jî.”
Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kiriye ku her çi qas astengî gelek in, lê me tîmeke bihêz a danûstandinê û hemû alî li HHikûmeta Herêmê pêk aniye û li ser wî erk û mebestê yekgirtî ye.
K24
