• Saturday, 07 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Ez geşbîn im ku em ligel hikûmeta federalî bigihin rêkeftina dawî

Gulan Media September 19, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Ez geşbîn im ku em ligel hikûmeta federalî bigihin rêkeftina dawî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Ez geşbîn im ku em ligel hikûmeta federalî bigihin rêkeftina dawî.”

Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanê Îngilîzî diyar kir: “Nakokiyên me ligel hikûmeta Iraqê gelek in û kêşeyên niha nînin û bû demek ev kêşe hene. Em dixwazin baweriyê vegerînin hevbeşiya stratejî ya navbera me.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kiriye: “Peywendiyên avaker ên navbera Hewlêr û Bexdayê giring in ji bo seqamgîriya devera me û ji bo Bexdayê jî.”

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kiriye ku her çi qas astengî gelek in, lê me tîmeke bihêz a danûstandinê û hemû alî li HHikûmeta Herêmê pêk aniye û li ser wî erk û mebestê yekgirtî ye.

K24
Top