Îlham Ehmed: Emê li nav dewleta Sûriyeyê peywirê bigirin
Berpirsa Karên Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji bo "The Amargi" axiviye. The Amargi nûçe bi sernavê "Piştî rêberên kurd ketin nava Dewleta Sûriyê, HSD hat belavkirin" weşand.
Li gor nûçeyê Îlham Ehmed û Mazlum Ebdî wê li nav dewleta Sûriyeyê peywirê bigirin ser milên xwe. Nûçe wisa dibêje, "Mazlûm Ebdî wê peywira Şêwirmendiya Serokomar ya Berpirsê Pirsgirêka Kurd, Îlham Ehmed wê di nav Parlemena Gel a Sûriyeyê de peywirê bigire. Heta niha ji bo her du peywirê hatiye qalkirin Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê tu agahî nedaye."
Der barê vê agahiyê de aliyên Rêveberiya Xweser jî hê tu agahî nedane.
Diyarname
