• Monday, 28 September 2026
logo

Rêberê Durziyan: Em beşeke Îsraîlê ne

Gulan Media August 26, 2026 Nûçe
Rêberê Durziyan: Em beşeke Îsraîlê ne

Rêberê bilind ê Durziyên Sûriyeyê Şêx Hikmet Hecerî ragihand ku Durzî beşeke veneqetiyayî ya Îsraîlê ne .
Her wekî got, ew li benda guherînên mezin ên li herêmê ne.
Şêx Hikmet Hecerî da zanîn ku ew ji aliyê bawerî û dîrokê ve bi dewleta Îsraîlê re hevpar in û got:

“Em wekî yekxwedaparêzan beşeke Îsraîlê ne û em jê qut nabin.

Em dixwazin vî welatî û vê ramanê biparêzin.”

Hecerî amaje bi wê yekê kir ku divê avakirina welatên li herêmê li ser bingeha yekgirtina mirovî be :

Li gorî gotina wî ev guherîn ji aliyê gelek welatan ve bi rêya dewleta Îsraîlê tên arastekirin.

Hikmet Hecerî di dawiya axaftina xwe de xwestekeke siyasî anî zimên û biland:

“Gava ku herêma Başanê aram bibe, divê mafê serweriya xwe bi temamî wergire.

Divê mafê wê hebe ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.”

Kanûna 2024an, komên mixalefetê yên wê demê yên Sûriyeyê desthilata Esed rûxand û hikûmetek ava kir.

Piştî vê yekê Şamê çend caran hewl da ku deverên parêzgeha Siwêdayê kontrol bike lê bi ser neket.

Ji wê demê ve artêşa Îsraîlê ji bo ku piştgiriyê bide Durziyan, çend caran hêzên Sûriyeyê bombebaran kirine.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, nifûsa Sûriyeyê 20 milyon e û 750 hezarên wê nifûsê Durzî ne.

 

Ronahi.tv

Top