Tom Barrack: QSD’ê dê tevlî artêşa Sûriyeyê bibin
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriye û Îraqê Tom Barrack daxuyaniyek belav kir.
Tom Barrack li ser zimanê Kurdî û rola nû ya Mezlûm Ebdî got: “Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî dê di perwerdeyê de were qebûlkirin.”
Tom Barrack di daxuyaniya xwe de qala plana Amerîkayê ya li ser Sûriyeyê kir.
Wî diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dê tevlî saziyên dewleta Sûriyeyê bibin.
Tom Barrack da zanîn ku plana Serokê Amerîkayê ya li ser Rojhilata Navîn bi pêş ve diçe.
Hevpeymanekî pêbawer jî derbasî çarçoveyeke niştimanî dibe û got:
“Sûriyeyeke yekgirtî ji bo her kesî pêk tê.”
Tom Barrack di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zimanê Kurdî jî.
Wî eşkere kir ku zimanê Kurdî dê di perwerdeyê de were qebûlkirin.
Tom Barrack di dawiya peyama xwe de, ev ngav wekî “tevlîbûna rasteqîn” bi nav kir.
Wî anî zimên ku di vê pêvajoyê de aliyên serkeftî û têkçûyî nînin û got:
“Hevpeymanên berê yên ku nêrînên wan cuda ne, bi rêya çareseriyeke dîplomatîk Sûriyeyê xurttir dikin.
Ronahi.tv
