• Monday, 28 September 2026
logo

Rojeva hevdîtinên li Şamê zimanê Kurdî û erkên rêveberiyê bûn

Gulan Media August 26, 2026 Nûçe
Rojeva hevdîtinên li Şamê zimanê Kurdî û erkên rêveberiyê bûn

Şandeyeke leşkerî, ewlekarî û îdarî ya ji Hesekê bi serkêşiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, her wiha Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Ehmed, Alîkarê Wezîrê Parastinê ya Herêma Şerqiye Semîr Oso û hejmarek fermandariyên ewlehiyê serdana Şamê kir.

Ev pêşketin, di çarçoveya berdewama civînên têkildarî bicihanîna peymana 29’ê Çileyê û veguhastina ber bi qonaxa nû ya Ebdî ragihandî de pêk tên.

Ji duh ve, Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed hevdîtin li Şamê, bi Wezîrê Karên Derve Esed El Şeybanî kir û îro bi serokê hikumeta veguhêz ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri re kir.

Her wiha îro jî civîneke ewlehiya li Wezareta Hundirîn bi fermandarên ewlehiyê yên ji parêzgeha Hesekê û rayedaêrn hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re ji bo nîqaşkirina proseyên bicihkirinê yên girêdayî temamkirina entegrasyonê di nava saziyên ewlehiyê yên dewletê de hat lidarxistin.

Girêdayî mijarê, Newrozê Ehmed bi amadebûna Mazlûm Ebdî bi Ehmed El Şeri re li ser siberoja YPJ’ê civiyan.

Der barê hevdîtinên siyasî de, çavkaniyan daxuyand Şamê posta şêwirmendiyê ya berpirsiyariya dosyaya Kurdî di serokatiya Sûriyeyê de pêşkêşî Mazlûm Ebdî kir û girîngiya girtina cihê Ebdî di tîma serokatiyê de teqez kir.

Li gorî agahiyan, dibe ku Îlham Ehmed posteke bilind di hikumetê de wergere, her wiha behsa lihevkirinekê der barê perwerdeya bi zimanê Kurdî de çêbûye. Tê gotin ku dê di navbera 5- 6 madeyên di materyalên zimanê erebî werin werger kirin bi zimanê kurdî . Çavkaniyan destnîşan kirin ku lihevkirin li ser tevlêbûna YPJ‘ê nava Wezareta Hundir çêbûye.

Her wiha li gorî agahiyan, lihevkirin der barê belavkirina postan di nava saziyên hikumetê de, mekanîzmeya temamkirina bendên mayî yên peymana 29‘ê Çileyê çêbûne.

Lê der barê van agahiyan de hîna tu daxuyaniyên fermî ne ji aliyê hikumeta veguhêz, ne jî Rêveberiya Xweser û ne jî QSD‘ê ve nehatin dayîne.

Çavkaniyan agahî dan ku hikumeta veguhêz amadekariyên derxistina daxuyaniyan û biryaran dike ku endamên hevdîtinên ji duh ve û lihevkirinên ku çêbûne aşkera bike.

 

ANHA

Top