Kabîneya nehem peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel cîhanê birine qonaxeke nû
Li kabîneya nehem, nexşeya dîplomasî û peywendiyên navdewletî yên Herêma Kurdistanê ligel welatên din guheriye, niha Herêma Kurdistanê li navendên navdewletî cihê giringiyê ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kariye bazneya dostayetî ligel welatên din berfireh bike, ji aliyekî din ve jî, ew alozî û hevfêmnekirina ligel hinek welatan hebû, kêm bike.
Loma cara ewil tevî peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel welatên zilhêz û bibandor ên cîhanê, kabîneya nehem kariye peywendiyên xwe ligel welatên Erebî pêşve bibe û peywendiyên nû çêbike.
Peywendiyên Herêma Kurdistanê li ser asta herêmê û navdewletî, xaleke sereke ya xeta giştî ya bernameya kabîneya nehem e. Sazî û dezgehên peywendîdar li ser bingeha yasayeke nû hatine rêkxistin û kabîneya nehem tekezî li peywendiyeke baş a ligel welatên cîran dike, pişgiriya çareserkiyeke aştiyane ya ji bo hemû kêşeyên herêmê dike, bi awayekî ku Kurdistan beşek ji wê çareseriyê bibe.
Herwiha nûnertiyên xwe yên li derve bihêz dike û hewla vekirina nûnertiyên din jî dide. Zemîneke baş jî amade dike da ku welatên cîhanê kansolxaneyên xwe li Herêma Kurdistanê vekin.
K24
