Wezareta Tenduristiya Kurdistanê: Di hefteyekê de 164 kes bi Koronayê mirin
Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di heyama hefteyekê de 39 hezar û 316 têstên Koronayê hatine kirin ku têsta 4 hezar û 537 kesan pozîtîf bûye.
Wezareta tenduristiyê her wiha da zanîn, di nav hefteyekê de 164 kes jî bi Koronayê mirine û 2 hezar û 937 nexweşên Koronayê jî baş bûne.
Basnews
